Li eyaleta Kentuckê ji ber lehiyê herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Kentucky ya Amerîkayê ji ber lehiya giran herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê payîn ku wê rewş girantir bibe.

Waliyê Kentucky Andy Beshear got, “Ev lehî bibe lehiya herî wêranker û kujer ya dîroka nêz.”

Di karesata lehiyê de herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dan û hejmara windayan nayê zanîn. Tê payîn ku wê roja înê jî baranên tund bibare.

Walîtî da zanîn ku dibe ku di saetên pêş de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dana zêde bibe.

Rêyên li herêma Jacksonê bûne mîna çemekî û newalên biçûk di nav heriyê de mane.

Li hînek herêmên Kentucky di 24 saetan de 20 santîm baran barî. Waliyê Kentuckê diyar kir ku ji ber ku nekarîne xwe bigihînin hîn herêman hejmara windayan nizanin. Walî her wiha got: “Pêwîstiya gelek kesan bi alîkariyê heye û em hewl didin xwe bigihînin hemû kesan.”

Walîtî ragihand ku ji roja pênçşemê pê ve 25 hezar kes bê elektrîk û hîn kes jî bê av mane.

Zanist diyar dike ku germbûna gerdûnî ji ber xebatên mirovan rûdide û ev yek demê barîna barana zêde girantir dike.