Li Ewrûpayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan zêde dibin

Li Ewrûpayê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin, her ku diçe zêde dibin.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn û dostên xwe, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar bikin û azadiya wî bixwazin çalakiyan lidar dixin:

PARÎS

Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro di roja sêyemîn de çalakiya konvedanê li Parîsê didome.

Nûnerên HDK-Fransa û ACTIT’ê ji bo piştgiriyê çûn serdana kon û li vir axivîn.

Siyasetmedarê Kurd Murat Ceylan di axaftina xwe de anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e.

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê jî ji bo balkişandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocaln çalakiyeke bi sê rojan lidar xist. Çalakiya ku ev sê rojên didome îro saet 16.00’an li qada Vieux Port didome.

VİYANA

Çalakiya konvedanê ya li pahtexta Avûstûrya Viyanayê îro di roja xwe ya sêyemîn de didome. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî wê heta roja şemiyê bidome.

SAARBRUCKEN

Li bajara Saarbrucken ê Elmanyayê çalakiya konvedanê hate lidarxistin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û hevserokê  NAV-DEM’ê  Dexil Îbrahîm axivî û anî zimanku azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e.

 MANNHEİM

Li bajara Mannheim ê Elmanyayê jî ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û bidestxistina azadiya wî çalakî hate lidarxistin. Çalakî wê du rojan bidome.

Di çalakiya ku îro didome de belavok hatin belavkirin û danezan hatin xwedin. Çalakî wê sibê di navbera saetên 16.00-18.00’an de bê lidarxistin.

FRANKFÛRT

Çalakiya konvedanê yali bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê di roja xwe ya duyem de didome. Kurdistaniyên ku li Haupwacheyê saet 17.00’an kon vedayî, pankarta “Ji Kurdistanê re statu, ji Ocalan re azadî” û posterên Ocalan hatin daliqandin.

LÛZERN

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê li pêşiya îstasyona navendî saet 12:00’an ji bo balkişandina tecrîda li ser Ocalan çalakiya konvedanê hate destpêkirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û pankarta, “ji Kurdistanê re statu, ji Ocalan re azadî” hate daliqandin. Çalakî wê li heman cihê bidome.

SOLOTHURN

Çalakiya li qada Amphaus a Solothurnu hatî lidarxistin pankartên bi zimanên Kurdî Elmanî, Îngilîzî û Fransizî ku li ser “ji Ocalan re azadî” nivîsî, hatin daliqandin. Li konê ku bi posterên Ocalan û alên PKK û TJK-E’yê hatî xemlandin, seranserê rojê belavok hatin belavkirin.

ZURİH

Çalakiya konvedanê ya li Zurîhê ku wê heta 11’ê Tebaxê bidome, kete roja xwe ya sêyemîn. Di çalakiya li qada Stauffacherê li ber pankarta “ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû”  belavok hatin belavkirin.

 STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stokcholmê Kurdistanî û dostên xwe ji bo protetokirina tecrîdê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û agahdarî hatin kirin.