Li Ewropayê sedema rekora germahiyê aktivîteyên mirovî ne

Eger germbûna global ya çavkaniyên xwe ji xebatên mirovan digere nebûya, wê li welatên Ewropayê germahiya  havîna derbasbûyî 1,5 û 3 pile hê kêmtir bûbûya.

Li gorî lêkolînên ji aliyê saziya bi navê Wordl Weather Attîrbûtîonê ve germbûna global ya ku bi bandora xebatên mirovî germahiya li Ewropayê ji ya dihate xwestin zêdetir bû.

EGER GERMBÛNA GLOBAL NEBÛYA WÊ BANDORA VAN PÊLAN HÊ KÊMTIR BÛYA

Li welatên weke Fransa, Elmanya, Hollan, Belçîka û Îngîltere ku roja 22-27’ê Tîrmehê rekora germahiyê hate şkandin hate ragihandin ku ev bi bandora germbûna global çêbûye. Li gorî xebata hatî kirin di şert û mercên normal de pêla van germahiya navbera 1.5 û 3 pileyan de divê hê kêmtir germ bûbûya.
Pisporan bi taybet li ser Fransayê sekînin û diyar kirin ku li vî welatî îhtimala germahiyê 10 qat zêdetir bûye. Li gorî pîsporan bi bandora germbûna global ev îhtimal zêde bûye.

REKORA GERMAHIYÊ HATIBÛ ŞKANDIN

Piştî pêla germahiya zêde ya dawiya meha Hezîranê heta dawiya meha Tîrmehê li gelek welatên Ewropayê rekora germahiya zêde hatibû şkandin. Li paytexta Fransa Parîsê û bajarê Lîngen ê Elmanyayê germahî bûbû 42,6 pile, li komîna Begîjnendîjk a Belçîkayê 41,8, li başûrê Hollandayê 40,4 û li bajarê Cambrîdge yê Îngîltereyê 38.7 pile bû. 

Germahiya zêde bûbû sedemê zêdebûna rêjiya mirina zarokên biçûk, kesên bi temen û nexweş. Rêjeya xeniqînê û ji ber spora di hewaya germ de bûbû sedema zêdebûna mirinan.

Hezîrana îsal li welatên Başûr, Rojava û Bakurê Ewropayê ji ber bandora germahiya zêde ji sala 1880’an ve meha herî germ a Hezîranê bû.