Li Ewropayê anketa li ser Tirkiyeyê: Kes Tirkiyeyê naxwaze!
Li gorî anketa ku ji aliyê mûxafazakarên li Parlamenta Ewropayê hate kirin, daxwaza giştî; qedandina danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re ne.
Li gorî anketa ku ji aliyê mûxafazakarên li Parlamenta Ewropayê hate kirin, daxwaza giştî; qedandina danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re ne.
Anketa Partiya Gel a Ewropayê (EVP) li 9 welatên Yekîtiya Ewropayê hate kirin. Li gorî nûeçya rojnameya Bîld a Elman, ku cih da encamên vê anketê, ji sedî 77 ê beşdaran naxwzin Tirkiye bibe endamê tam ê Yekîtiya Ewropayê. Beşdarên anketê dixwazin, di vê mijarê de mesajeke zelal ji Tirkiyeyê re bê dayin.
Anket li Elmanya, Fransa, Îrlanda, Îtalya Hollanda, Polonya, Romanya, Swêd û Spanyayê hat kirin. Li her yek ji van welatan, nêrîna hezar kesî hate girtin.
Welatên ku gelên wan herî zêde dixwazin danûstandinên endametiyê bên sekinandin, Elmanya û Hollanda ne.
Ji sedî 86 ê Elmanan û ji sedî 84 ê Hollandiyan gotin, 'girîng' û 'gelekî girîng e' ku bi rengekî zelal ji Tirkiyeyê re bê gotin ku nikare bibe endametê Yekîtiya Ewropayê. Di vî warî de rêjeya herî kêm li Spanyayê derket holê. Li vî welatî jî ji sedî 60 ê beşdaran gotin, Tirkiye nikare bibe endam.
Serokê Koma EVP Manfred Weber encamên anketê ji rojnameya Bîld re nirxand û got, "Ewropî ji aliyê siyasî ve dixwazin danûstandinên bi Tirkiyeyê re bên qedcandin. Bi taybetî, piştî bûyerên di dema dawî de qewimîn, nabe ku bi vî rengî dewam bike."