Li Ewropayê hejmara kesên ji ber Covîd-19 mirin gihişte 500’î

Vîrûsa Covîd-19’an li hemû welatên Yekîtiya Ewropayê belav dibe. Hejmara kesên li gelemperiya Ewropayê mirin gihişter 500’î.

Li Îtalya ya ku welatê herî zêde li Ewropayê ji ber koronayê bibandor bûye di nava 24 saetên dawî de 97 kesên din jî mirin. Li vî welatî hejmara kesên mirin gihişte 463’an. Her wiha 9 hezar û 172 kes jî bi vîrûsê ketine.

Li Fransayê jî 1209 kes jî bi vîrûsê ketine. Her wiha li Elmanyayê jî 1176 kes jî bi vîrûsê ketine. Li Fransa û Elmanyayê çalakiyên hezar kes tevlî bibin hat in qedexekirin.

Şewba ku li 102 welatan belav bûye nêzî 111 hezar kes bi vîrûsê ketine. 80 hezar û 800 kes li Çînê û 30 hezar kes jî ji derveyî Çînê bi vîrûsê ketine.

Li gelemperiya cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûê mirine gihişte 3 hezar û 995’an.

Piştî Çînê welatê herî zêde ji şewbê bandor bûye Koreya Başûr e. Li gorî daneyê fermî yên Îranê jî 7 hezar û 161 kes bi vîrûsê ketine û 237 kes jî mirine.