Li Awûstralyayê ji bo mafên Aborîjînan rêya referandûmê vebû
Senatoya Awûstralyayê ji bo ku mafên gelê Aborîjîn di Destûra Bingehîn de were naskirin, rêya referandûma dîrokî vekir.
Senatoya Awûstralyayê ji bo ku mafên gelê Aborîjîn di Destûra Bingehîn de were naskirin, rêya referandûma dîrokî vekir.
Di parlamentê de ji bo ‘deng’ê Aborîjînan were bihîstin dengdan hate kirin. Di dengdanê de 52 dengên erê û 19 dengên na hate dayîn.
Bi vê qanûnê re wê Serokwezîr Anthony Albanese ji bo revîzekirina Destûra Bingehîn dîrokekê diyar bike.
Wê hikumeta Albanese wê derfetê bi dest bixe ku bikaribe bêedaletiya li hemberî gelên Aborîjînan telafî bike.
Wezîra Gelên Xwecihî yên Awûstralyayê Lînda Bûrney ê ku ew jî rêveberekî Aborîjîn e, diyar kir ku referandûm wê ji bo welat gelekî girîng e.
Ger ev pêşnûma were qebûlkirin, Aborjînên Awûstralyayê yên ku herî kêm 60 hezar sal in li ser vê axê dijîn wê cara yekemîn di Destûra Bingehîn de werin naskirin.
Li Awûstralyayê 25 milyon kes hene û nêzî 900 hezar kes jî Aborîjîn in wê bi rêya saziyeke şêwirmend werin temsîlkirin.
Di nav Aborîjînan de jî fikrên cihê hene. Senatora serbixwe Lîdîa Thorpe jî diyar kir armanca vî tiştî ev e ku ‘şêwirmendiyeke qels were avakirin.’ Thorpe got “Mesele ev e, dixwazin hesta sûcdariyê ya çermspiyan kêm bikin.”