Li Etiyopyayê şîddeta li ser kêmnetewan: Zêdetirî 60 kes mirin

Di şerê di navbera 2 civakan a li herêma Oromo ya Etiyopyayê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji roja Pêncşemê ve  ji civaka netewa Oromo 29 kes ji aliyê êrîşkarên  koma netewa Somalî ve hatine kuştin.

Bûyer li bajarokê Hawî Gûdîan û Daro Lebûyê qewîmî. Ji civaka kêmnetewa Oromoyê ji bo heyfstendinê li bajarokeke din 32 endamên civaka Somalî kuştin.

Kesên hatin kuştin ji ber bûyerên şîddetê herêm terk kirîbûn û hatibûn vê herêma ku lê hatin qetilkirin. Têkildarî sedema şer agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.

Li bajarê Celenko yê eyaleta Oromo piştî çalakiyên roja Sêşemê bûyerên şîddetê zêde bûn.

Di xwepêşandanên li Celenko de ji ber gulebarana leşkeran 16 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dabûn.

Di meha Mijdarê de jî zêdetirî 20 kesan jî li başûrê welat ji ber şer jiyana xwe ji dest dabûn.