Li Etiyopyayê şerê navbera gelan: Bi sedan kes mirin

Li Etiyopyayê, komên çekdar ên ji du gelên cuda bi hev ketin. Di vî şerî de tê gotin ku bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li Etiyopyayê ku welatê li rojhilatê Afrîkayê ye, ji destpêka vê mehê ve di navbera komên ji gelên Oromo û Somalî şer diqewime.

Berdevkê hikumetê Negerî Lencho ragihand, ku şer li ser diyarkirina sînorê eyaleta navbera her du welatan rû daye û bi sedan kes mirine. Lencho ragihand, ku ji ber vî şerî bi hezaran kes jî ji cih û warên xwe bûn.

Eyaletên bi navê gelên Oromo û Somalî, li herêmên herî berhemend ên çandiniya Etiyopyayê ne. Nakokiya navbera her du gelan, ji destpêka vê mehê û vir ve veguherî şerê çekdarî.

Li Etiyopyayê ku nifûsa xwe gihîştiye 100 mîlyon û yek ji welatên herî xizan ên cîhanê ye, hejmara Oromoyan yek ji sê parên nivûsê ye. Nifûsa gelê Amhara jî 30 ji sedî ye. Şêniyên Somalî jî 4 heta 5 ji sedî yê nifûsa vî welatî ne.