Li Etiyopyayê projeyên çandina daran: Bêyî gel nabe

Li Etiyopyayê sala dawî bi milyaran şitlê daran hatin çandin. Tê gotin ku serketina projeya çandina daran tenê bi zanekirin û tevlîkirina gel a li projeyê dikare pêk were.

Li Etiyopyayê bi pêşengiya Serokwezîr Abiy Ahmed sala dawî bi milyaran dar hatin çandin. Li welêt têkoşîna li dijî ziwatiyê bi karê bi vî rengî dewam dike. Li Etiyopyayê par meha Hezîranê di nava rojekê de 200 milyon şitlên daran hatin çandin. Tê gotin ku di navbera mehên Hezîran û Îlona 2019'an de 4 milyar şitlên daran hatine çandin.

Her wiha Tîrmeha derbasbûyî di nava rojekê de 354 milyon dar hatin çandin. Bi vî rengî li cîhanê mohra xwe danîn binê rekoreke girîng. Li gorî Serokewzîr Abiy Ahmed, îsal di demsala baranê de wê bi qasî 5 milyar şitlên nû yên daran bên çandin.

PIŞTÎ SALEKÊ REWŞA DAWÎ

Li Etiyopyayê ku bi xela mezin a salên 1990'î û zerara ku ziwatî lê dike tê naskirin, bi projeyên çandina daran re tê xwestin ku hem welat hem bi çandiniyê hem jî bi hurmeta li hawirdorê bibe xwedî aboriyeke hurmetdar. Bi vê yekê re tê xwestin ku Etiyopya li tûrîzma ekolojîk bê vekirin.

Lê belê serketina projeyên çandina daran ku bi kampanyayên mezin saleke dewam dike, hêjayî nîqaşkirinê ye. Fikar hene ku hem ji ber nezanekirina gelê xwecihî hem jî ji ber felaketên xwezayî, dibe ku ev proje bi ser nekevin.

YEK JI SÊ PARAN TUNE BÛ

Li gorî agahiyê ji aliyê çavkaniyên xwecihî ve hatin ragihandin, yek ji sê parên şitlên ku par hatin çandin ji ber baranê şîn nebû. Tê gotin ku piraniya şitlên mayî ji ber neberhemdariya xakê wê nikaribin reh berdin nava xakê.

Serokwezîr Abiy Ahmed meha derbasbûyî bi daxuyaniyekê îdîa kiribû ku 84 ji sedî ıyê 4 milyar darên hatine çandin di nava salekê de reh berdane erdê û şîn bûne.

Ji rayedarên konsorsiyûmeke ji saziyên civaka sivîl Negash Teklû diyar kir ku divê piştgirî ji projeyên çandina daran bê dayin. Li gorî Teklû, hikumet 'hejmarê gelekî girîng dibîne', lê belê di vir de şaşitiyê dike.

Negah Teklû her wiha hejmarê ku ji aliyê serketiya projeyê tên dayin rast nabîne. Teklû diyar dike ku daxuyaniya Serokwezîr a dibêje 84 ji sedî yê daran şîn bûye, li gorî lêkolîneke serbixwe nehatiye piştrastkirin.

PÊWÎSTÎ BI PIŞTGIRIYA GEL HEYE

Mijareke din a ku dibe cihê fikaran ew e ku di projeyên wiha de piştgiriyeke xurt a gel nayê xwestin. Ji pisporên Fona Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî Belaynesh Zewdîe diyar kir ku ji ber li Etiyopyayê pêwîstî bi wergirtina piştgiriya gel nayê dîtin, hin ji projeyên çandina daran bi ser neketine.

Piştî salên 1980'î rêveberiya komunîst a wê demê li herêma Amhara ya li bakurê welêt milyonek dar çandibû, lê belê piştî rêveberiya komunîst, gelê herêmê ji bo çandiniyê şitlê daran rakiribû.