Li Ermenistanê Paşînyan bi ser ket

Partiya Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di hilbijartinên giştî de bi dengekî bilind bi ser ket. Gelek çavdêr ji çalakiyên protestoyî bi fikar in.

Partiya "Peymana Sivîl" a Nîkol Paşînyan ji sedî 53.9 ê dengan wergirt û bi vî rengî bi ser ket. Bloka Serokkomarê berê Robert Koçaryan jî ji sedî 21 ê dengan stand.

Hîn encamên hilbijartinên roja Yekşemê bi rengekî fermî nehate ragihandin, lê Paşînyan serketina xwe îlan kir. Paşînyan got, "Ji xwe em zanin ku di hilbijartinê de me serketineke xurt bi dest xistine û li Parlamentê em ê serwer bin."

Gelek çavdêr bi fikar in ku çalakiyên protestoyî yên tundiyê rû bidin. Civaka Ermenî, ji têkçûna li Qerebaxê û vir ve ji hev cihê bûye.

Robert Koçaryan "sextekariyên plankirî" protesto kir û xwest, "Ev sextekarî û îdîa bi baldarî bêne lêkolîn." Partiya Koçaryan ragihand ku heta bersiva van pirsan neyê dayin, bloka wî wê encamên hilbijartinê nas neke.

Rojnamevanê berê yê 46 salî Nîkol Paşînyan bi şoreşeke aştiyane ya li dijî nelirêtiya bijartieyan sala 2018'an bûbû desthilatdar. Lê belê ev piştgiriya ji bo wî ya di asta rekorê de, piştî ku payîza 2020'î Azerbaycanê bi piştgiriya Tirkiyeyê li dijî Qerebaxê dest bi şer kir, têk çû.

Di şerê şeş hefteyan de 6.500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ermenistan neçar ma ku herêmên ji salên 1990'î û vir ve di bin kontrola xwe de bû ji Azerbaycanê re bihêle.

Paşînyan di hilbijartinên sala 2018'an de bi rêjeya ji sedî 70'î bi ser ketibû.