Li Erîvanê çalakgeran rê girtin
Li paytexta Ermenistan Erîvanê, têkildarî krîza li Qerebaxê çalakiyên protestoyî yên li dijî hikumetê di roja sêyemîn de ye. Çalakgeran rê girtin.
Li paytexta Ermenistan Erîvanê, têkildarî krîza li Qerebaxê çalakiyên protestoyî yên li dijî hikumetê di roja sêyemîn de ye. Çalakgeran rê girtin.
Piştî ku Azerbaycanê roja Sêşemê li Qerebaxê jinûve dest bi şer kir, bi şertê destberdana ji çekan û entegrekirina herêmê li ser Azerbaycanê, agirbest hate ragihandin.
Piştî 24 saetan Qerebaxê qebûl kir ku dest ji çekan berde û bi navbeynkariya Moskowayê roja Pêncşemê dest bi danûstandinan kir.
Li Erîvanê jî li dijî hikumetê xwepêşandanan destpê kirin. Partiyên muxalefetê Serokwezîr Nîkol Paşînyan sûcdar dikin ku gelekî tawîzan dide Bakuyê û dixwazin îstifa bike.
Lîderên partiyên muxalefetê nêta xwe eşkere kirin ku li parlamentê pêvajoya dûrxistina Nîkol Paşînyan a ji wezîfeyê bidin destpêkirin.
Sibeha înê komên biçûk kolanên Erîvanê bloke kirin, her wiha hişyarî dan ku wê civîna desteya wezîran a Paşînyan asteng bikin. Polîsan yek ji amadekarên çalakiyan Andranîk Tevaniyan destgîr kirin.
Rojên Çarşem û Pêncşemê jî li Erîvanê bi dehan kes hatin destgîrkirin.
Çalakger her wiha ji hikumetê dixwazin ku ji bo alîkariya bi Ermenên li Qerebaxê tedbîran werbigire û ber bi Ermenistanê ve bêne veguhastin.
Serokwezîr Nîkol Paşînyan diyar kir ku ew amade ne 40 hezar penaberan qebûl bikin, lê belê plana wan a veguhastina hemûyan tune ye.