Li Erebîstana Siûdî 4 polîs hatin kuştin

Li dijî bendeke kontrolê ya polîsan a nêzî sînorê Yemenê êrîşek hate kirin. Di encamê de 4 polîsên Siûdî mirin.

Li gorî ajansa fermî ya Siûdî SPA, ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Karên Hundir, li wîlayeta Asir a li başûrê welêt li dijî benda kontrolê ya polîsan êrîşeke çekdarî hatiye kirin. Hate ragihandin ku ji ber êrîşê 4 polîs mirin e, 4 jî birîndar bûne.

Wîlayeta Asir a ku êrîş lê hate kirin, li ser sînorê Yemenê ye ku milîsên Hûsî yên Şîa paytext jî di nav de beşeke girîng kontrol kirine.

Li gorî agahiyan, piştî êrîşê du gumanbar hatin binçavkirin.