Li Endonezyayê ji ber teqîna volkan herî kêm 11 kes mirin

Di encama teqîna volkanê Merapî de ku li rojavayê Endonezyayê ye, herî kêm 11 kes mirin.

Çiyayê volkanîk Merapî yê li girava Sûmatrayê, roja Yekşemê saet di 14:54'an de teqiya.

Serokê saziya lêgerîn û rizgarkirinê Abdul Malîk got, "Hîn 26 kes ên nehatine veguhastin hene. Me 14 ji wan dît, 3 jê sax bûn, 11 miribûn."

Malîk diyar kir ku sê kesên sax hatin rizgarkirin li nêzî kraterê bûn û got, "Lawaz bûbûn û bedena hin ji wan şewitî bû."

Abdul Malîk anî ziman ku 12 meşvan hîn jî winda ne û ragihand ku 49 kes ji çiyê daketin, hin ji wan rakirin nexweşxaneyê.

Serokê Navenda Xeteriyên Jeolojîk û Volkanolojî ya Endonezyayê Hendra Gûnawan roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku xweliya ji devê Çiyayê Merapî fûriya bi 3.000 metreyî bilind bû.

Endonezya li ser Xeleka Agir a Pasîfîkê ye û li vî welatî nêzî 130 volkanên çalak hene.