Li Endonezyayê hişyariya tsûnamiyê hate dayîn

Li Endonezyayê bi pileya 6.9 erd hejiya. Piştî erdheja li pervaên rojhilatê Endonezyayê hişyariya tsûnamiyê hate dayîn.

Li gorî enstîtuya jeofîzîk a Emerîka UAGS’ê li peravên Malûkû yê 24 kîlometre kurahiya erdê de bi pileiya 6.9 erd hejiya.

Saziya jeofîzîk a Endonezyayê hişyariya tsûnamiyê da û welatiyên ku li herêmê li ber şerîda peravê dijîn, li dijî rîska pêlên deryayê hişyar kir.