Li Endonezyayê hezîna xakê: 15 kes mirin, bi dehan kes winda ne

Li girava Java ya Endonezyayê lêhî rabû, herî kêm 15 kes mirin û bi dehan kes winda ne.

Li girava Java piştî baranê duh lehî rabû. Rayedaran ragihandin ku herî kêm 15 kes mirine û agahî ji 25 kes nayên girtin.

Tîmên rizgariyê li welatiyên winda digerin. Lê baran, qutbûna ceyranê û rêyên asê li pêşiya karê wan dibe asteng. Berdevkê Saziya Rêvebirina Karesatan a Navneteweyî Sûtopo Pûrwo Nûgroho ragihand ku tîmên alikariya destpêkê ji ber hebûna kesên zêde yên dixwazin bigihin herêmê astgengiyan dijîn.

Li Endonezyayê di sala 2018’an de gelek karesat çêbûn. Roja 22’ê Kanûnê li girava Java Sûmatra ya Endonezyayê tsûnamî çêbûbû û 430 kes miribûn.

Meha Cotmehê jî li girava Sûmatrayê ji ber lêhiyê herî kêm 22 kes miribûn.

Roja 28’ê Îlonê jî bi pileya 7.5 erdhej çêbûbû û piştre tsûnamî pêk hatibû. Bajarê Palû hilweşiyabû û herî kêm 2 hezar 73 kes miribûn. 5 hezar kes jî hê winda ne. Gelek ji wan li bin avahiyên hilweşiyayî de mane.

Sala 2004’an jî li peravên girava Sûmatra bi pileya 9.3 erdhej çêbûbû û li peravên Okyanûsa Hîntê ji ber tsûnamiyê 220 hezar kes miribûn. Ji van tenê 168 kes li Endonezyayê miribûn.