Li Endonezyayê hejmara miriyan bû 429

Li Endonezyayê tsûnamiyê li giravên Sûmatra û Cavayê da û li gorî bîlançoya nû 429 kes mirine.

Li gorî bîlançoya Saziya Rêvebirina Karesatan a Navneteweyî  ya Endonezyayê, piştî teqîna volkanîk di tsûnamiyê de 429 kes mirin, zêdetirî 1400 kes birîndar bûn. Rayedaran ragihand ku 154 kes jî winda ne.

Roja Şemiyê seat 21:00’an çiyayê volkanîk Anak Krakatoayê teqiya û piştî 24 saetan jî tsûnamî pêk hatibû.

Anak Krakatoa di sala 1883’an de teqiyabû û rê li ber tsûnamiyên 30 metreyî vekiribû. Di vê karesatê de 36 hezar kes miribûn.

Endonezya ji 17 hezar girav û giravokan pêk tê. Di 28’ê Îlona de erd hejiyabû û bajarê Palûyê hilweşiyabû. Di vê karesatê de 2073 kes miribûn û 5 hezar kes hê jî winda ne.

Di sala 2004’an de jî li nêzî girava Sûmatrayê bi şîddeta 9.3 erd hejiyabû û li peravên Okyanûsa Hindê 220 hezar kes miribûn. Ji nav van kesan 168 hezar kes li Endonezyayê miribûn.