Li Endonezyayê hejmara miriyan bû 387

Li Endonezyayê Yekşema borî bi pileya 6.9 erd hejiya bû. Di erdhejê de heta niha 387 kes mirin.

Erdhej li girava Lombokê çêbû. Rayedaran ragihand ku bîlançoya erdhejê girane û heta niha 387 kes mirin e.

Rayedaran diyar kirin ku bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûne û ji bo van mirovan pêdivî bi ava paqij, xwarin û dermanan heye. Di erdhejê de bi deh hezaran mal, mizgeft û şîrket hilweşiyan.

Berdevkê Ajansa Netewî ya Felaketên Xweyazî ya Endonezyayê Sûtopo Pûrwo Nûhroho wiha got; “Bi dîtina me wê bîlanço zêdetir bibe. Dibe ku hê nava herî û avahiyên hilweşayin de mirov hebin. Dibe ku mirînên din nehatibe ragihandin yan jî nehatibin qeydkirin.”

Zêdetirî 387 hezar kesan ji ber erdhejê malên xwe terikandin û 113 hezar mirov jî birîndar bûn.