Li Endonezyayê ferîbotek noqî binê avê bû: 15 kes mirin, 19 kes winda ne

Li peravên girava Sûlawesî ya Endonezyayê ferîbotek noqî binê avê bû. Herî kêm 15 kes mirin, 19 kes jî winda ne.

Li gorî daxuyaniya tîmên operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê, keştî nîvê şevê noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku di keştiyê de ku 40 kes hebûn, 6 kes hatin rizgarkirin, lê belê herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî winda ne. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat edestpêkirin.

Li van giravên komî yên li başûr rojhilatê Asyayê, ku ji 17 hezar giravan pêk tê, ji ber nebûna tedbîrên têrker ên ewlekariyê gelek caran qezayên keştiyan rû didin.

Sala 2018'an li Sûmatrayê ferîbotek noqî binê avê bûbû û zêdeyî 150 kes xeniqî bûn.