Li Endonezya û Rojhilatê Tîmorê karesata lêhiyê: Nêzî 90 kes mirin

Di encama rabûna karesta lêhiyê û hezîna axê ya li Endonezya û Rojhilatê Tîmorê de bi kêmanî 90 kes mirin, bi dehan kes jî winda ne.

Ji ber barana zêde û rabûna lêhiyê ya li girava Flores a Endonezya û gravên dikevin Rojhilatê Tîmorê jiyan tevizî. Bi hezaran kes neçar man ku malên xwe biterikînin, berê xwe dan navendên strînê.

Ji ber barîna zêde ya baranê û rabûna ava çeman av ketin malan, li gorî Desteya Rêveberiya Karesatê ya Neteweî ya Endonezyayê 66 kes mirine. Li gorî bîlançoya berî niha hatibû ragihandin hatibû diyarkirin ku 55 kes mirine.

Li Rojhilatê Tîmorê jî bi kêmanî 21 kes mirin. Piraniya kesên mirine jî li paytext Dîlî yê ne.

Bi dehan pir, rê û mal ên dikevin girava Flores a Endonezyayê di bin heriyê de mane. Ev yek xebatên tîmên rizgariyê girantir kirine.

Rêya girava Lembata a dikeve di navbera Tîmor û Flores de jî hatiye girtin. Rêveber ji bo rê vekirin mekîneyên kar xistine dewreyê.

Hinek pirên dikevin peravên bajar ji ber hezîna axê hilweşiyane.