Li Emerîkaya Latîn destkeftiyên zarokan ji dest diçin

Zarokên li Emerîkaya Latîn, ji ber pandemiya Covîd-19'ê destkeftiyên xwe yên 20 salên dawî ku bi zorê bi dest xistibûn ji dest wan diçe.

Ji ber pandemiya Covîd-19'ê, li çar aliyê dinyayê krîzeke aborî dest pê kiriye. Li gorî daneyên lêkolînên van rojên dawî hatin kirin, wekî hemî dinyayê wê li Emerîkaya Latîn jî gelek zarok hejar bibin. Li Emerîkaya Latîn, zarokan bi berxwedaneke demdirêj destkeftin bi dest xistibûn. Li gorî daneyên rêxistina navneteweyî ya bi navê  Save the Children û Fona Alîkariya Zarokan Ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), heta dawiya vê salê wê li Emerikaya Latîn ji sê zarokan du zarok hejar bibin. 

Her wiha li gorî van agahiyan wê li Meksîka û welatên Emerîkaya Latîn, hejariya zarokan li gorî sala din ji sedî 22 zêde bibe. Ev jî tê wê wateyê ku wê 11 mîlyon zarokên din jî hejar bibin. 

Tişta ku herî zêde balê dikişîne ev e ku li Emerîkaya Latîn, piştî demeke bi zor û zahmetî hin maf hatibûn bi dest xistin. Ev mafên ku li ber talûkeya wendakirinê ne piştî rêveberiya cunta ya leşkerî, bi berxedaneke 20 salan hatibûn bidestxistin.