Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Elmanyayê wê ne koalîsyona çep ne jî ya rastgir pêkane be

Li gorî anketa dawî ya li ser hilbijartina li Elmanyayê, şensê koalîsyona çep an jî ya rastgir nîne ku bi tena serê xwe bibin desthilatdar.

Li gorî lêkolîna ji aliyê Spîegel Onlîne ve hate kirin, rêjeya dengê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) a bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel ji sedî 37,1 e. Hevrikê herî nêz ê CDU jî hevparê koalîsyona heyî Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ye, ku rêjeya dengê vê partiyê ji sedî 20,4 e.

Li gorî anketê, partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD), ku bi gotinên xwe yên li dijî koçberî û Yekîtiya Ewropayê derdikeve pêş, ji sedî 13,2, Partiya Çep (Dîe Lînke) ji sedî 9,5 ê dengan digirin. Rêjeya dengê partiya Keskan jî ji sedî 9,3, ya Partiya Demokrat a Lîberal (FDP) ji sedî 6,2 ye.

Li gorî vê encamê, partiyên CDU û SPD li gorî sala 2013'an kêm kirine. Hemû partiyên din jî dengê xwe zêde kirine.

Lê belê, li gorî anketê, koalîsyonên kevneşop ên li eniya rastgiran CDU-FDP, yan jî li eniya çep SPD-Kesk an jî Dîe Lînke pêkan xuya nake. Ji ber ku ti partî naxwaze bi AfD re koalîsyonê bike, xuya ye wê CDU-SPD careke din koalîsyonê bikin.

Eger koalîsyona CDU-SPD li derve bimîne, weke dibetiya herî xurt, 'Koalîsyona Jamaîka' ya ji CDU-Kesk-FDP derdikeve pêş.