Hat ragihandin, sûcên di çaryeka sêyemîn a îsal de ji aliyê koçberan ve hatin kirin, li gorî çaryeka destpêkê ya îsal ji sedî 23 kêm bû.
Li gorî daneyên BKA, hejmara sûcên di 9 mehên destpêkê yên îsal de ji aliyê koçberan ve hatin kirin, 214 hezar û 600 e. Li gorî tevahiya sala 2015'an bi çend hezaran zêde bû. Lê belê ji ber ku di nava vê salê de 213 hezar koçberên nû bi rengekî fermî hatin welêt, ev zêdebûn normal tê dîtin.
Lê belê, piraniya sûcên ji aliyê koçberan ve hatine kirin, weke 'sûcên biçûk' tên binavkirin. Yanî sûcên dizî û sextekariyê gelekî kêm bûne.
Di daneyên BKA de li gorî sûcên hatine kirin, detayên li ser herêmên koçber jê hatine jî tê dayîn. Li gorî vê yekê, rêjeya koçberên ji Balkanan hatine ji sedî 11 ye, ji sedî 19 ê van sûcan ji aliyê koçberên ji van welatan ve hatine hatiye kirin. Para koçberên ji welatên Maxrîb ên weke Tûnis, Fas û Cezayîrê hatine ji sedî 2 ye, rêjeya sûcên ji aliyê van jî hatiye kirin ji sedî 22 ye.