Li Elmanyayê seferberiya ji bo teserûfa enerjiyê

Di çarçoveya xebateke neteweyî ya ji bo bersivdayîna krîza enerjiyê ya li Elmanyayê, gelek avahiyan çirayên xwe vemirandin. Li bajarekî jî ava germ li avahiyên giştî hate qedexekirin.

Her ku krîza enerjiyê ya ku bi şerê Ûkraynayê re kûr dibe, li Elmanyayê dest bi wergirtina tedbîran hat kirin.

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye şeva Çarşem-Pêncşemê, gelek avahiyên bîrdarî û dîrokî çirayên xwe vemirandin.

Tevî Stûna Serkeftinê, wê tevahiya şevê çirayê nêzî 200 avahiyên sembolîk ên Charlottenboûrg an jî şaredariyê bên vemirandin.

Bi vî awayî, wê paytext Berlîn ji 1400 projektorên ku di ronîkirina van avahiyan de têne bikaranîn teserûfê bike.

Li bajarên din jî tedbîrên bi vî rengî hatin girtin. Li Hannoverê wê ji bo hemû hewz, salonên werziş û jîmnastîkê ava sar bê bikaranîn. Wê bi şev çirayên Şaredariya Bajarê Mezin û muzexane neyên pêxistin.

Binesaziyên krîtîk ên wekî baxçeyê zarokan, dibistan, malên xanenişînan an navendên tenduristiyê, nakevin çarçoveya van qedexeyan.

Bajarên wek Leîpzîg, Munîch an Nûrnberg xwe ji bo tedbîrên teserûfa aborî amade dikin.

Di van çend hefteyên borî de, Serokwezîr Olaf Scholz ji bo teserûfa enerjiyê hikûmetê vedixwîne seferberiya neteweyî.

Beriya şerê Ûkraynayê, Elmanya ji sedî 55’ê gaza xwe ji Rûsyayê dikirî. Ev rêje di destpêka meha Hezîranê de daket ji sedî 35’an. Şîrketa gazê ya Rûsî Gazpromê gav bi gav kapasîteya xwe ya radestkirina gazê ya ji xeta boriya gazê ya Nord Stream a ji bo Elmanyayê daxist ji sedî 20’î.