Li Elmanyayê krîza enerjiyê: Elmanya wê şîrketa gazê ya bi navê Unîperê bikire

Ji ber gaza ji Rûsyayê hate qutkirin Elmanya wê şîrketa gazê ya bi navê Unîperê bikire.

Fortûm a ku piraniya sermayeya wê di destê koma ji Fînlandiyayê ye diyar kir wan bi hikumetê re li hev kirine.

Li gorî peymana di navbera Berlîn û Fortûmê de, wê Elmanya bi qasî 500 milyon eûroyan sermayeyê wê bikire û bi qasî 8 milyar eûroyan sermayeya xwe zêde bike.

Fortûmê got “Piştî zêdebûna sermayeyê û kirîna hîsseyan wê Elmanya bibe xwediyê ji sedî 98,5’ê Unîperê."

Piştî ku gaza ji Rûsyayê hate sekinandin, Unîper ji bo ku peymanên xwe bi cih bîne neçar mabû gazê bikire. Patronê Unîperê çend roj berê gotibû ‘Piştî şerê Ukraynayê me her roj bi dehan milyar eûro zirar dikir’.

Li temamî dinyayê nêzî 12 hezar xebatkarên Unîperê heye û heta nîveka meha Tebaxê di şeş mehan de bi qasî 12,3 milyar eûroyan zirar kir.

Beriya şerê Ukraynayê jî Elmanyayê ji sedî 55’ê gazê ji Rûsyayê distend, piştî ku Rûsyayê gaz da sekinandin ekonomiya Elmanyayê jî kete rewşeke krîtîk.