Li gorî agahiyên ji aliyê Dozgeriya Dortmûndê ve hatin dayîn, li bajarê Lîppstadt ê eyaleta Nordrheîn-Westfalenê, radîkalekî Îslamî yê 21 salî hatiye binçavkirin.
Li gorî nûçeyên medya Elman, li mala vî kesî gelek malzeme bi dest ketine û di nava van de rehbera li ser rê û rêbaza çêkirina teqemeniyê, belgeyên ku nîşan didin ew nêzî çeteyên DAIŞ'ê ye, hene.
Hat ragihandin, ku kesê hatiye girtin dixwest teqemeniyê çêbike û pêwendiya xwe bi derdora çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Abû Walaa heye. Hatibû tespîtkirin, têkiliya Anîs Amrî yê ku di meha Kanûnê de bi qemyonê 12 kes kuşt, bi vê derdorê re hebû.
Di nûçeyên medyayê de hat îdîakirin, ev kes di 10'ê Sibatê de hatiye girtin.