Li Elmanyayê jî di perwerdeya onlîne problemên giran hene

Li Elmanyayê ku bi çarçoweya tevdîrên vîrûsa koronayê dibistan girtî ne, li gelek eyaletan li ser platformên perwerdehiya onlîne ji ber problemên teknîkî yên giran, perwerde pir asteng dibe.

Li Elmanyayê ku piştî betlaneya Noelê perwerde li ser platformên onlîne tê kirin, hişyarî tê dayin ku bi milyonan xwendekar ji van derfetan têra xwe sûd wernagirin.

Li gorî bîlançoeya ku Konferansa Xwendekarên Federal dayî, ku ev konferans armanc dike temsîla heqê xwendekaran ên li eyaletan bike, li gelek eyaletan problemên giran ên teknîkÎ yên perwerdehiya onlîne hene. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin bi wesîleya betlaneya Noelê problemên berdest zêde nehatine çareserkirin, beşek ji xwendekaran nikarin têkevin platforman.

Li gorî nûçeya kovara Focusê ya piştî vê daxuyaniyê li sê eyaletên mezin Nordrheîm-Westfalen, Baden-Wurtttemberg û Bavyerayê, ku hema hema nîvê nifûsa Elman li van eyalen e, li platformên perwerdehiya onlîne problemên giran ên teknîkî hene. Li gorî nirxandina ku serê vê heftiyê hatiye kirin, di nav heftiya bihurî de li paytext Berlîn, Nîedersachsen an jî Rheînland-Pfalzê ji problemên teknîk tenê beşek jê hatine çareserkirin.

Hate diyarkirin ne tenê li hin eyaletan probleman perwerdehiyê heye, têkilî eyaleta Sachesê ku heftiya bihurî problema têkilîdanînê çêbû, daneyên ku hatin parvekirin balkêş bûn. Tê diyarkirin li eyaletê ku nifûsa wê 4 milyon e, di nav rojekê de herî pir 80 hezar xwendekar karîbûye tevlî perwerdehiyê bibin.

Li eyaleta Baden-Vurttembergê ku problemên teknîkî lê têne jiyîn, Wezareta Perwerdehiyê ya Eyaletê ragihand ji platformên onlîne ya serê heftiyê bi qasî 600 hezar xwendekar û mamosteyan sûd wergirtine. Lê ev ne nîvê xwendekarên eyaletê ye, ku li eyaletê bi qasî 1,5 milyon xwendekar hene.

Tê gotin li eyaleta Thûrîngê jî ji ber problemên li ser platformên onlîne bi sed hezaran xwendekar ji perwerdehiyê dur mane.

Plansazî ew e ku heta 31'ê Çile ku li dibistanan wê perwerde nebe, perwerdehiya onlîne bidome.

Beriya niha Fona Alîkariyê ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) raporek weşandibû û hatibû destnîşanikirin li gelek welatên hehar bi milyonan xwendekar ji ber tevdîrên vîrûsa koronayê mexdûr bûne.