Li Elmanyayê ji bo sûîqestvanê Gambiyayî cezayê hepsê yê heta bi hetayê hate dayîn

Dadgeha Elman cezayê hepsa heta bi hetayê li endamekî tîma xwebexş birî ku wî li dijî muxalîfên dîktatorê berê yê Gambiyayê Yahya Jammeh sûîqest pêk anîbûn.

Doz li bajarê Celleyê pêk hat û yekemîn doz e ku derbarê sûcên dema rejîma Jammehê de yên li Elmanyayê ye. Dadgeha Elman, Baî Lowe’yê 48 salî ji sûcên wekî "sûcên li dijî mirovahiyê, cînayet û teşebusa cînayetê" sûcdar dît.

Baî Lowe ji bo koma sivîlên çekdar a bi navê ‘Junglers’ê wekî şofêr xebitiye û navbera salên 2003 û 2006'an li welatê xwe tevlî hin sûîqestan bûye.

Yek ji van sûîqestan jî ya nûçegihanê AFP’ê Deyda Hydarayî bû ku 16’ê Kanûna Pêşîn a 2004’an pêk hatibû. Parêzerên Loweyî ew parastin û wekî Baî Lowe bêguneh e parastina xwe kirin.

Kurê Deyda Hydara Baba Hydara biryar girîng dît û Baba Hydara ev yek wekî destpêkekê nirxand.

Hydarayî destnîşan kir ku divê ji bo mexdûrên rejîma Yahya Jammeyê edalet bidome.

Hydara biryara Dadgeha Elmanî  wekî; ‘’Yekem biryar e ku ku sûcê li dijî mirovahiyê yê ji aliyê Hikûmeta Yahya Jammehê ve hatiye kirin, qebûl kirîye.’’ nirxand.

Dadgehê diyar kir ku Baî Lowe ji sala 2012’an heya niha wekî penaber li Elmanyayê dijî.

Elmanya di çarçoveya daraza gerdûnî de xwedî maf e ku dikare mudaxeleyê dozên sûcên giran bike. Vê yekê rê li ber darizandina Loweyî vekir

Hikûmeta Gambiyayê ji bo ku sûcên dema hikûmeta dîktatorê berê Yahya Jammeh darizîne biryar dabû ku bi Rêxistina Dewletên Rojavayê Efrîkayê re dadgehekê saz bike û bi wan re hevkariyê bike. Lê belê ji ber ku Jammeh li Gîneya Ekvatorê sirgûnê ye, ev yek nepêkan xuya dike.