Li Elmanyayê ji 7 partiyan 5 jê emanetî jinan in

Li Meclîsa Federal a Elmanayê (Bundestag), ji 7 partiyên ku temsîlîyeta wan heye 5 jê serok an jî hevserokên wan jin in û bi vî rengî rekoreke ku li gelek welatan tine hate şikandin.

Li Elmanyayê ku ev nêzî 13 sal in Angela Merkel serokwezîrtiyê dike, 7 partî li Bundestagê temsîla xwe dibinin. Ji van partiyan li ser 5’an ji van jin hene.

Herî dawî ji bo Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) ku Yekşemê kongreya xew kirî Andrea Nahles hate hilbijartin. Her çendî 66 ji 100’î dengên delegehan standibe jî û di dîroka partiyê de ev kêmtirîn rêjeyan dengan be jî, Nahles li Elmanya kete nav serekpartiyan de ye.

Di hilbijartinên giştî yên federal de, ên 24’ê Îlona 2017’an ku endamên nû yên Bundestagê diyar bûn, 7 partiyan ew maf bi dest ve anîbûn ku bikevin meclîsê. Li gel Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) a bi serektiya Merkel, SPD, Yekîtî 90-Kesk û Partiya Çepgir (Dîe Lînke) û AFD ya ku bi nerîna xwe ya rastgirî tê zanîn bi pergala hevseroktiyê ji hêla jinan ve têne rêvebirin.

Hevseroktiya Keskan Annalena Barebock dike, li ser Dîe Lînkeyê jî ji 2012’an ve Katja Kîppîng, li ser AFD’ê jî Alîce Weîdel heye. Her sê hevserok jî bi temenê xwe yê ciwan in ku Baerbock 37, Kîppîng 40 û Weîdel 39 salî ye.

Partiya Demokratên Lîberal (FDP) û hevkarê wê yên li Bavyera Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyan (CSU) heta niha qet nebûna xwedî serokên jin.