Li Elmanyayê hejmara miriyan derket 5’an

Li bajarê Trîer a Elmanyayê kesekê bi wesayîtê da nav peyayan, hejmara kesên mirin derket 5’an.

Roja Sêşemê li bajarê Trîer a li nêzî sînorê Lusksembûrg a Elmanyayê kesê bi navê Bernd W. ê 51 salî ku tê tesbîtkirin bi alkol e, bi wesayîtê dan nav peyayan. Di bûyera li navenda bajar qewimî di saetên şevê de hejmara miriyan derket 5’an.

Hate ragihandin ku di nava kesên mirin de pitikek 9 mehî jî heye, gelek kes hê jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Bernd W. ê piştî bûyerê hate destgîrkirin, hate diyarkirin ku pir bi alkol bû, ji duh nîvro ve dest bi îfadegirtina wî hatiye kirin. Hate gotin ku Bernd W. di wesayîta ji nasekî xwe girtî de bi rojan e radikeve.

Di bûyera hê nehatiye zanîn ku êrîş e yan jî qeza ye de, li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezîrê Karê Hundir a Eyaleta Rheînland-Pfalz Roger Lewentz, diyar kir ku di nava 5 deqeyan de bêbandorkirina Wernd W. kir ku pêşî li karesatekî pir mezintir bê girtin.

Hate diyarkirin ku berî niha ti qeydek a Bernd W li gel polîsan nîne, ji ber vê nayê zanîn bê ka bûyer siyasî ye yan ne.

JI 2009’AN Û VIR VE PÊŞIYA 17 ÊRÎŞÊN BI WESAYÎTAN HATIYE GIRTIN

Kanûna 2019’an li Berlînê çeteyên DAÎŞ’ê bi kamyonekê êrîşek pêk anî, 12 kes mirin. Ji vê êrîşê û şûnde li welat rewşeke ya lezgîn hebû.

Li gorî Wezareta Karê Hundir ji sala 2009’an û vir ve piranî ji sala 2016’an û vir ve 17 êrîşên bi vî rengî pêşiya wan hatiye girtin.

Herî dawî li bajarê Dresdenê li kolanekê welatiyeke 20 salî yê Sûriyeyî, bi sûcê kuştina kesekê bi kêran hatibû sûcdarkirin û girtin.