Li Elmanyayê hatina gel hev ya ji du kesan zêdetir hate qedexekirin

Hikumeta Federal ya Elmanyayê û parêzgehên wê, ji ber parastina ji pandemiya Covîd-19 hatina gel hev ya ji du kesan zêdetir qedexe kir.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û berpirsyarê gel di konferansa telefonê ya vê yekşemê de, li ser qedexeya hatina gel hev ya ji du kesan zêdetir li hev kirin.

Li Elmanyayê 16 hezar û 662 nexweşên koronavîrûsê hatine tespîtkirin, piştî Çîn, Îtalya û Îspanyayê welatê herî zêde jê bandor bûye, li gorî bîlançoya welatan hejmara miriyên wan pir kêm e. Li welat 46 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Elmanyayê rêjeya miriyan li gorî rewşa heyî ji sedî 0,3 ye. Ev rewş li Fransayê sedan 3,6, li Çînê sedan 4 û li Îtalyayê jî di rêjeya ji sedî 8,5 de ye.