Li Elmanyayê bombeyeke mezin hate dîtin; wê 70 hezar kes werin teheliyekirin
Li Frankfûrtê ya Elmanyayê bombeyeke mezin hate dîtin. Wê li Elmanyayê operasyoneke mezin a tehliyekirinê were kirin.
Li Frankfûrtê ya Elmanyayê bombeyeke mezin hate dîtin. Wê li Elmanyayê operasyoneke mezin a tehliyekirinê were kirin.
Di dema çêkirina avahiyeke nêzî Zanîngeha Frankfûrtê de bombeyeke mezin hate dîtin. Ev bombe di dema şerê cîhanê yê duyemîn de ji aliyê balefirên Îngîlîz ve hatiye avêtin lê neteqiyaye. Hat ragihandin ku ev bombe 1,8 ton e û madeya teqemeniyê jî 1,4 ton e. Ji bo bêbandorkirina vê bombeyê wê roja Yekşemê ew qad were valakirin.
Li gorî agahiyên polîsan wê di navbera saet 08.00-20.00’an de 70 hezar kes werin tehliyekirin.
Herî dawî, di dawiya sala 2016’an de ji bo bêbandorkirina bombeyeke wisa di serê Gulana vê salê de jî 50 hezar kes hatibûn tehliyekirin.
Tê texmînkirin ku li welatên Ewropayê bi hezaran bombeyên neteqiyayî hene. Ev bombe ji ber şerê cîhanê yê duyemîn mane.