Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Elmanyayê 2 çeteyên DAIŞ'ê ku ji Sûriyeyê vedigeriyan hatin girtin

Li eyaleta Nordrhein-Westfalen a Elmanyayê di encama operasyonekê de, 2 çeteyên ku li Sûriyeyê, tevlî El Nûsra û DAIŞ'ê bibû û vegeriyan hatine binçavkirin.

Di encama doza lêpirsîna dozgeriya Federal de, li bajarê Bonn yê Elmanyayê 2 kesên hatîn binçavkirin, hat diyar kirin ku welatiyên Fasê û bira ne.

Yek ji wan çeteyên ku temenê wan di navbera 24 û 25 de ne, di sala 2013'an de ji Misirê û ji wir jî, li ser Tirkiye yê re derbasî Sûriyeyê bûne.

Her wiha li vir tevlî nava komên çeteyan bûne û perwerdeya leşkerî dîtiye, piştre jî birayê xwe li gel xwe biriye Sûriyeyê.

Tê îdakirin kû çeteyê din jî perwerdeya leşkerî ya DAIŞ'ê dîtîye û di gelek qetlîaman de cih girtiye.