Li Elmanya ji bo hikûmeta koalîsyonê di prensîbê de li hev kirin

Partiyên Demokrat ên Xiristiyan CDU û CSU yên bi pêşengiya Serokwezîra Elmanya Angela Merkel û Partiya Sosyal a Demokrat SPD di hevdîtinên koalîsyonê de di prensîbê de li hev kirin.

Li gorî medyaya Elman alî li hev hatin û ji hêla serokê partiyan ve bi asta bilind hate pejirandin. Wekîlê CSU’yê Dorothee Bar bi wêneyê belgeyeke ku li ser hesabê Twîtterê par ve kirî ev peyman piştrast kir.

Tê payin peyman piştî ku li lijneyên têkildar ên partiyan hate dîtin were pejirandin.

Elmanya ji hilbijartina Îlonê ve di nav krîzeke siyasî de bû. Ev danûstandin ji bo jiyana siyasî ya Merkel pir girîng in.

Merkel piştî desthilatdariya xwe ya 12 salan dikare 4 salên dî jî li ser kar bimîne. Hevdîtinên Mijdarê yên di navbeyna Lîberalan û Keskan de ti encam bi xwe re neanîbû.

HÊ TIŞTEK NEQEDIYAYE

Divê ev peyman ji hêla delegeyên Partiya Sosyal a Demokrat ve, di kongreya derasayî ya 21’ê Çile de jî were pejirandin. Ev jî rewşê vê gavê şîlo dike. Di serî de eyaleta Vestfalya ya Rena Bakur gelek federasyonên eyaletan li dijî tifaqa bi Merkel re ne.

Piştre ji bo bernameyeke koalîsyonê wê danûstandin dest pê bikin. Herî zû hikûmeta nû dawiya Adarê wê ava bibe.

Hin organên medyayê yên Elman navê ‘koalîsyona têkçûyiyan’ li koalîsyoneke wiha ya pêkan kirin. Ji ber ku di partiyan jî di hilbijartinê de gelekî li xwe kêm kirin û rasgiral geş bûn.

Li gorî ankêtan 56 ji 100’î yên Elmanan dibêjin ku Merkel beriya ku dema wê ya kar biqede wê dev ji kar biqere.