Li Elmanya ‘gumanjêbiri’ ji koçberan zêde dibe

Li Elmanya li gorî lêkolîna ku hatiye kirin di nav civakê de gumanjêbirî ya ji koçberan zêde dibe.

Li gorî lêkolîna Enstîtûya Lêkoşlîna Aborî a Elman di nav civaka Elman de hijmara kesên ku dibêjin bi dildarî ew ê alîkariyê bidin koçberan nîvî nîvî kêm bûne.

Li gorî vê 20 ji 100’ê ku Sibat, Adara 2016’an tevlî lêkolînê bûbûn digotin bi dildarî ew dixwazin tevlî nav xebatan bibin lê ev rêje destpêka sala 2017’an dakete 11 ji 100’î.

ÊRÎŞ Û ENCAMA ZÊDEBÛNA GUMANJÊBIRIYA JI KOÇBERAN

Her çendî kêmbûna hijmara koçberan weke sedema herî girîng a vê kêmbûnê were nîşandan jî, tê gotin bi êrîşên terorîstî yên Îslamî ev gumanjêrbirî zêde bûye.

Dîrektorê Panêla Sosyo-Ekonomîk ê di bin banê DIW’ê de, Jurgen Schûpp diyar kir li gel fikarên li ser êrîşan her wiha di nîvê civaka Elman de li dijî koçê fikar zêde bûne. Schûpp diyar kir rêjeya vê fikarê  li eyaletên ku hijmara koçberan li gorî rêjeya welêt kêmtir in, zêdetir e.

Hate tespîtkirin ku 2015’an nêzî 900 hezar penaber derbasî Elmanya bûye, ji van jî 475 hezarî ji bo îltîcayê serî lê daye. 2016’an jî kesên ku ji bo îltîcayê serî lê dabûn 745 hezar bûye û di 3 mehên pêşî yê îsal de ev bi qasî 60 hezarî kêm bûye.

Bal hate kişandin ser xurtbûna  tevgera nîjatperest Pegîda (Welatparênz li dijî îslamîkirina Rojava) di serî de a li Dresdenê û li deverên ku hijmara koçberan kêm e, ku Pegîda 2014’an derketibû holê.