Li Ekvadorê Rewşa Awarte hate ragihandin

Li Ekvadorê ku li dijî zêdebûna buhayê sotemeniyê çalakiyên protestoyî tên kirin, Serokkomar Lenîn Moreno Rewşa Awarte ragihand.

Serokkomar Lenîn Moreno di daxuyaniya xwe ya vê hefteyê de ragihand, ku hikumet wê di çarçoveya reforma baca ji bo kêmkirina valahiya budçeyê de subvansiyona sotemeniyê ji holê rake ku 40 sal in di meriyetê de ye.

Ji ber vê biryarê ajokarên taksî û qemyonan rê û kolanên paytext Qûîto xitimandin. Piştre xwendekar û sendîka beşdarî çalakiyan bûn û bend danîn, lastîkên wesayitan şewitandin.

Polîsan bi bombeyên gazê dest li çalakiyan werdan û hin ciwanên ku rûyê xwe maske kiribûn bersiv dan polîsan.

Serokkomar Moreno îdîa kir, ku 'ji bo ewlekariya mirovan û astengkirina kaosê' wan Rewşa Awarte ragihandine.