Li Ekvadorê namzetê serokkomariyê hate kuştin, rewşa awarte hate ragihandin

Li Ekvadorê, namzetê serokkomariyê Fernando Villavicencio di dema mîtîngekê de bi çek hate kuştin. Serokkomar Guillermo Lasso ji bo 60 rojan rewşa awarte ragihand.

Fernando Villavicencio roja Çarşemê (9’ê Tebaxê) di dawiya mîtîngeke hilbijartinê de li paytext Quito hate kuştin.

Villavisncio yê 59 salî ku navenparêz e, rojnamevanekî berê bû ku di kampanya xwe ya hilbijartinê de soza têkoşîna li dijî gendeliyê dabû. Villavisincio yek ji 8 namzetên ku wê di tûra destpêkê ya hilbijartinê de ku tê plankirin di 20’ê Tebaxê de pêk were cih digirt. 

Di anketan de Villavicencio di tûra yekem de bi rêjeya ji sedî 13 ê dengan bû namzetê duyemîn. Parêzer Luisa Gonzalez ku nêzî serokkomarê berê yê çepgir Rafael Correa ye, bi rêjeya ji sedî 26,6 di rêza yekemîn de bû.

Serdozgeriyê ragihand ku di êrîşê de 9 kes ku ji wan namzetek parlamenteriyê û 2 polîs jî hene birîndar bûne û êrîşkar jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.

Mamê namzetê serokkomariyê ji çapemeniyê re axivî û wiha got: "Em fîlmekî tirsnak dijîn ku bi çekên lûledirêj 30-40 guleyan diavêjin, me dît ku birîndar ketine, ez dizanim ku çend kes mirin û mixabin Fernando hat kuştin."

Fernando Villavicencio hefteya borî gotibû ku ew û ekîba wî ya kampanyayê ji hêla serokê bandeke sûcdar ve girêdayî bi bazirganiya narkotîkê ve ku niha di girtîgehê de ne, hatine tehdît kirin.

Villavicencio li ser hesabê xwe yê Twitterê "Tevî tehdîdên nû, em ê ji bo gelê xwe yê wêrek ê Ekvadorê têkoşînê bidomînin" nivîsîbû.

Serokkomar Guillermo Lasso piştî kuştina Villavicencio li seranserê welêt ji bo 60 rojan rewşa awarte ragihand.

Lasso di daxuyaniyekê de ku li ser YouTube hate weşandin got, "Hêzên çekdar niha li seranserê xaka neteweyî seferber bûne da ku ewlehiya welatiyan, aramiya welat û hilbijartinên azad û demokratîk ên 20’ê Tebaxê werin lidarxistin."