Li Egeyê keştiya koçberan noqî avê bû, Tirkan ew rizgar nekirin

Yekîneyên ewlekariya peravê ya Yewnanê 96 kesên ku ki keştiya li perava girava Herkeyê noqî avê bûn rizgar kirin. Hate ragihandin ku dewriyeyên Tirk ên li qadê hewldan xebatên rizgarkirinê asteng bikin.

Hate ragihandin ku keştî şeva Sêşemê binav bûye, operasyona rizgarkirinê roja Çarşemê jî dom kir.

Koçber û penaberan anî ziman ku ji Tirkiyeyê ketine rê û xwestine ber bi Îtalyayê birê bikevin.

Li gorî rayedarên Yewnanî di nava yên hatine rizgarkirin de 3 bazirganên mirovan jî heye.

Hate ragihandin piraniya tenduristiya kesên hatine rizgarkirin baş in, piraniya van xelkên Sûriye, Iraq, Somalî û Kurd in. Di nav de jî 10 zarok in.

Rayedarên Yewnanî anî ziman ku dewriyeyên Tirk ên li qadê bûn, alîkariya rizgarkirinê nekirine.

Wezareta Bazirganiya Behrê got: “Operasyona ewlekariya peravê ya Yûnan asteng kirin.” dewriyeya Tirk têkildarî rizgarkirina li behrê ne li gorî peymana navneteweyî tevger kiriye.