Li Efxanistanê otobusê pê li bombeyê kir: Hejmara miriyan bû 35

Li Efganîstanê otobosê pê li teqemeniyekê kir, piranî jê jin û zarok 35 kes mirin. Rayedaran gotin ku bombe girêdayî Talîbanan e.

Îro saet 06.00'an li Efganîstanê dema ku otobosek ji Qendeharê diçû Heratê, pê li bombeyekê kir, ku bombe ji hêla Talîbanan ve hatbû danîn. Di encama teqînê de piranî jê jin û zarok 35 kesên di otobosê de mirin û 27 kes jî birîndar bûn. Fikar hene ku bîlanço zêde bibin. Di bîlançoya berê de hatibû diyar kirin ku 28 kes mirîne.

Polîsê eyaleta Ferahê diyar kir ku bombe ji aliyê Talîbanan ve li ser rê hatiye bicih kirin. Li gorî polîsan bombe li dijî hêz3en ewlehiyê haitye bicihkirin.

Berdevkê wezareta karê navxweyî Nasrat Rahîmî ji bo teqînê got; “Çalakiya hovan e ya terorîstan” lê heta niha navê ti komekê nedaye.