Li Efxanistanê di salekê de li dijî 192 dibistanan êrîş pêk hat

Li Efxanistanê di nava salekê de êrîşên li dijî dibistanan sê qat zêde bû. Li gorî UNICEF’ê di sala 2018’an de êrîşî 192 dibistanan hate kirin.

Li Efxanistana ku zêdetirî 17 sal in bê navber şer lê diqewime, êrîşên li dijî dibistanan jî gelek zêde bûn.

Li gorî Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di navbera sala 2017-18’an de êrîşên li dijî dibistanan sê qat zêde bûn û gelek zarok jî bê perwerde mane.

Li gorî daxuyaniya UNICEF’ê di sala 2017’an de li dijî 68 dibistanan êrîş pêk hat û ev hejmar di sala 2018’an de bû 192.

Ji ber şerê heyî di sala 2018’an de ji hezarî zêdetir dibistan hatin girtin û 500 hezar zarok ji mafê perwerdehiyê bêpar man.

Li gorî UNICEF a girêdayî Netewên Yekbûyî (NY) nivê zarokên temenê wan di navbera 7 û 17 sal de bi îfadeyek din nêzî 3.7 mîlyon zarok ên di serdama dibistanê de perwerdehiya xwe didomînin.

Talîban ku di salên 1996 û 2001’an de li îktidarê bû li dijî perwerdehya zarokên keç derdiket. Piştî ku koalîsyona navnetewî ya bi pêşengiya DYA Talîban ji îktidarê xist şûnde bi mîlyonan zarokên keç dest bi perwerdê kirin. Dîsan li tevahiya welat 60 ji sedî zarokên bê perwerde ne zarokên keç in.

Midura Giştî ya UNICEF’ê Henrîetta Fore wiha got; “Êrîşên bê wate yên li dijî dibistanan, cînayet, birîndarkirin û destgîrkirina xwendekaran hêvî û xelayên nifşekê tune dike.”