Li Efrîkayê xizanî û qedexeyên Covîd-19 bi hev re nameşin

Li welatên Efrîkayê ku li dijî şewba Covîd-19 tevdîrên tund hatine girtin, ji ber nerazîbûna li qedexeyan, hikumet neçar dimînin ku tevdîran sist bikin.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê ya nû ku bandor li tevahiya cîhanê kir, li welatên Efrîkayê jî ji meha Adarê û pê ve biryara qedexeya derketina derve û tevdîrên kêmkirina liv û tevgerê hatin wergirtin. Lê belê li parzemîna ku xizanî di asteke bilind de ye, sebra mirovan êdî namîne.

REWŞA LI BAJARÊN MEZIN GIRANTIR E

Qedexeya derketina derve û karantîna bi taybetî zorê dide bi sedan milyon mirovên li bajarên mezin in. Yek ji wan jî bajarê Lagos ê Nîjeryayê ye ku nifûsa xwe 20 milyon mirov e û ji 30'ê Adarê ve tenê ji bo rewşeke lezgîn destûra derketina derve tê dayin.

PIRSGIRÊKEKE MEZIN A XUREKÊ HEYE

Bi milyonan mirovên ji Nîjeryayê ku ji ber qedexeyan di nava xizaniyeke mezin de ne, bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Ji ber qedexeya li bajaran, gelek mirov nikarin alîkariyê werbigirin.

Tevî ku li Nîjeryayê tê zanîn ku hejmara mirovên bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketine gelekî zêde ye, lê belê li gorî daneyên fermî hezar û 300 kes in. Tê îdîakirin ku 40 kes ji wan jiyana xwe ji dest dane. Gel nerazî ye ku test bi têrkerî nayê kirin.

LI BÛRKÎNA XWEPÊŞANDANÊN ESNAFAN

Yek ji welatên ku ji ber qedexeyan pirsgirêkên aboriyê lê giran bûne Bûrkîna Faso ye. Li vî welatî roja Duşemê bi sedan karsaz li paytext Oûagadoûgoû li hev kom bûn û xwestin ku bazar û kargehên ji dawiya Adarê û vir ve girtî ne bên vekirin.

Li Bûrkîna Faso ku beriya Covîd-19 texmîna ji bo mezinbûna aboriya îsal 6.3 bû, tê texmînkirin ku wê herÎ zêde 2 ji sedî be.

NERAZÎBÛNA GEL KIR KU TEVDÎR BÊN SISTKIRIN

Yek ji welatên din ên xizan Gabon e. Li paytext Lîbrevîlleyê û bajarên derdorê beriya 2 hefteyan tevdîr hatin standin. Li ser nerazîbûna gel û karsazan, hikumetê biryar da ku hin kargeh bên vekirin. Nifûsa Gabonê 2 milyon kes e ku nêzî nîvê wê li paytext Lîbrevîlleyê ne.

DERKETINA DERVE YA BÊYÎ MASKEYÊN TUNE NE, QEDEXE YE

Li Çad û Kamerûnê jî hate ferzkirin ku divê kesên derkevin derve maskeyê bidin ber rûyê xwe. Lê belê li her du welatan maske bi têrkerî li bazarê nîne, ku gel ji ber vê yekê nerazî ye. Li Madagaskarê jî tevî ku li bazarê maske nîne bêyî maske derketina derve qedexe ye. Ji ber ku ceza li sedan kesî hatiye birîn gel nerazî ye. Li Komara Efrîkayê ya Navîn qedexeyê demeke dirêj dewam nekir.