Li Efrîkaya Rojava û Navîn êrîş: Gelek leşker mirin

Li welatên Efrîkaya Rojava û Navîn ya ku şerê navxweyî û pevçûn zêde ye, duh jî endamên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî di nav de gelek leşker mirin.

Li Nîjerê ya ku yek ji welatê Efrîkaya Rojava ye, çeteyên Boko Haram li endamên artêşa da û herî kêm 4 leşker mirin. Li gorî wezareta parastinê li ser sînorê Nîjerê ji ber teqîna mayînekê herî kêm 8 leşker birîndar bûn.

Li Komara Efrîkaya Navîn a ku şerekî navxweyî lê heye, hate diyarkirin ku li leşkerên girêdayî Hêza Aştiyê ya Mînûsca ya Neteweyên Yekbûyî hatiye xistin. Hate diyarkirin ku di vê êrîşê de jî 2 leşker mirine.

Li dijî leşkerên mîsyona Mînûscayê ji 17’ê Kanûnê û vir ve êrîş tê kirin û di van êrîşan de herî kêm 7 leşker mirin. Hate diyarkirin ku leşkerên duh di êrîşê de mirine, leşkerên artêşa Gabon û Fasê ne.