Li Efrîkaya Navîn sê nûçegihan hatin kuştin

Li Komara Efrîkaya Navîn sê nûçegihanên Rûs ku derbarê komeke paramîlîterên Rûs dokûmanter hazir dikirin, hatin kuştin.

Malpera nûçeyan a ku ser înternetê weşanê dike Investîgatîon Control Centre (TsUR) diyar kir Sê nûçegihan ji bo ku xebatên koma Wager lêkolîn bikin şandine Efrîkaya Navîn e. 

Rêxistina ewlehiya taybet Wagner wiha tê nasîn ku ji bo artêşa Rûs leşkerên demankirî dişînin Ukrayna û Sûriyê, da ku şer bikin.

Li gorî meqamên xwecih kesên nasnameya wan ne diyar kemîn danîne ber wesayita ku sê nûçegihan tê de bûn û nûçegihan kuştin. Dest nedane ajokarê wesayitê.

Gelek medyaya xwecih û navnetewî bal kişandin ser hebûn hêzên paramîlîter ên bi ser Wagner ve, yên li Efrîkaya Navîn.

Rûsya ji destpêka 2018’an ve şêwirmendên leşkerî dişîne artêşa Komara Efrîkaya Navîn û çekan dide. Rûsya her wiha ewlehiya Serokkomar Faustîn-Arhange Toudera jî pêk tîne, ku Toudera şêwirmendekî leşkerî ye.
Rûsya her wiha ji NY’yê destûr stand ku perwerdehiya leşkerî bide du taburen bi ser artêşa Efîkaya Navîn e.