Li Efrîkaya Navîn metirsiya birçîbûnê ya li ser zarokan

Li gorî mîsyonên Neteweyên Yekbûyî yên li Efrîkaya Navîn, rêjeya zarokên kêmî 5 salî yên nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin, bi rengekî cidî zêde dibe.

Di vê dema şewbê de li tevahiya cîhanê bi taybetî li Efrîkayê xizanî zêde bû. Bi xizaniyê re bi dehan milyon mirovên din yekser birçî man. Vê yekê bandora herî giran li zarokan kir.

Li gorî daxuyaniya Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP), pirsgirêka birçîbûnê ya li Komara Efrîkaya Navîn bandora herî giran li zarokan dike. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pirsgirêka birçîbûnê ya li welêt bandoreke yekser li herî kêm 24 hezar zarokên kêmî 5 salî dike û hate gotin, metirsiya birçîbûna giran mehên destpêkê yên îsal zêde bûye.

Li gorî daxuyaniyê, ev rêje li gorî sala 2020'î bi asta ji sedî 25 zêde bûye, ji bo sedemên vê yekê jî li gel şewba Covîd-19 her wiha şerê li welêt jî hate nîşandan.

UNICEF û WFP'ê hişyarî dan ku eger bi lezgînî dest li rewşê neyê werdan, wê ji ber birçîbûnê zarok bimirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, gelek bajarên li welêt xwedî çavkanî û kapasîteyeke têrker a ji bo têkoşîna li dijî pirsgirêka birçîbûnê nînin û hate gotin, li gelek bajaran rewş di asta alarmê de ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nabe ku em bi rengekî destgirî li vê felaketa li ber çavên xwe temaşe bikin" û ji bo alîkariya mirovî bê gihîştin, divê rewşeke aram û pêbawer hebe.