Li Efganîstanê otobosê pê li bombeyê kir: 28 kes mirin
Li Efganîstanê otobosê pê li teqemeniyekê kir, piranî jê jin û zarok 28 kes mirin.
Li Efganîstanê otobosê pê li teqemeniyekê kir, piranî jê jin û zarok 28 kes mirin.
Îro saet 06.00'an li Efganîstanê dema ku otobosek ji Qendeharê diçû Heratê, pê li bombeyekê kir, ku bombe ji hêla Talîbanan ve hatbû danîn. Di encama teqînê de piranî jê jin û zarok 28 kesên di otobosê de mirin û 10 kes birîndar bûn.
Rayedaran gotin armanca bombeyê hêzên ewlehiyê bûne. Walîtiya Eyaleta Farahê ragihand 28 kes mirine û kesên ku mirin dibe ku zêdetir jî bibin.