Li Efganîstanê mirina ji ber bobelatê zêdetir dibe

Li bajarê Çarîkarê yê li bakurê paytexta Efganîstanê Qabûlê ji ber barana zêde lehî rabû û bi dehan kes mirin. Tirs ew e ku zêdetir mirov bimirin.

Hikûmeta wilayeta Pervanê ya bajarê Çarîkarê ragihand Çarşemê saet 02.00'an ji ber barana zêde lehî rabûye.

Li gorî rayedarên xwecih 66 kes mirine, 99 kes birîndar bûne. Hikûmetê ragihand ku bi kêmanî 46 kes mirine. Di bîlançoya beriya niha de hatibû gotin 30 kes mirine.

Ji ber bobelatê ji 500'î zêdetir mal hêrifîn, xebatên ku mirovan xilas bikin didomin.

Berdevkê Wezareta Rewşên Lezgîn Tamîn Azimî got, ''Xeber ji me re tên ku di bin kavilan de mirovên sax hene.''

Serokkomar Eşref Ganî Çarîkar ferman da ku alîkariya lezgîn were kirin. Şêniyên Çarîkarê li ser torên sosyal alîkarî xwestin û di dîmenan de hate dîtin ku li ber ava rabûhyî wesayit hene.