Li Efganistanê êrîşên xwekujiyê

Li nêzî balefirgeha Celalabad a li rojhilatê Efganistanê êrîşeke xwekujiyê hate lidarxistin û herî kêm 16 kes mirin.

Êrîş li nêzî buroya şîrketeke înşaatê ya derdora balefirgeha Celalabadê pêk hat.

Rayedarên herêmî diyar kirin ku di êrîşê de 16 xebatkarên şîrketa înşaatê mirine. Hate diyarkirin ku piştî êrîşî di navbera êrîşkar û xebatkarên ewlehiyê yên înşaatê jî şer çêbûye.

Berdevkê wîlayetê Ataûllah Hogyanî ji AFP’ê re axivî û got ku “Du kesên ku bombe li xwe pêçabûn, bombeyên xwe teqandin. Herdu êrîşkar ji aliyê xebatkarên ewlehiyê ve hatin kuştin.”

MUZAKEREYÊN DI NAVBERA TALÎBAN Û DYE’YÊ

Hê tu rêxistinê êrîş li xwe negirtiye.Hefteyek berê di navbera DYE û Talîbanê de ji bo bidawîkirina şer muzakere hatibû kirin. Ev êrîş piştî muzakereyê pêk hat.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê DYE’yê Robert Palladîno li Washîngtonê ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku di muzakereyên bi Talîbanê re ‘ew bi pêş ve çûne’ lê ‘hê gelek kar hene ku werin kirin.’

Li gorî Wezareta Karê Derve nîqaş li ser çar meseleyên wekî ‘antî-terorîzm’ ‘vekişandina yekîneyên Emerîkayê’, ‘Diyaloga navxweyî ya Efganistanê’ û ‘agirbest’ tê kirin.

Roja Înê Talîbanê êrîşî baregeheke DYE-Efganistanê kiribû û herî kêm 23 endamên ewlehiyê yên Efganistanê miribûn. Rayedarên Efganistanê diyar kiribûn ku di van êrîşan de herî kêm 20 endamên Talîbanê jî mirine.