Li Efganîstanê di muzakereyên aştiyê de qonaxa nû
Hikûmeta Efgan û Talîban di mûzkereyên aştiyê de ku li Katarê didomin ji bo ku derbasî qonaxeke dî bibin li hev kirin.
Hikûmeta Efgan û Talîban di mûzkereyên aştiyê de ku li Katarê didomin ji bo ku derbasî qonaxeke dî bibin li hev kirin.
Piştî ku DYE û Talîbanan Sibagê li Katarê li hev kirin, hevdîtinên pêşî yên di navbeyna Efganan de nîvê meha Îlonê dest pê kiribû.
Lê ji ber çarçıoweya rojava muzakereyan û şîroveyên dînî bi pêş ve neçûbûn.
Çarşemê herdu alî li ser rêgezên muzakereyan li hev kirin.
Endamê ekîba muzakereyan a hikûmetê li ser Twîtterê daxuyanî da û got, ''Ji bo hevdîtinên di navbeyna Efgann de prosedûr biencam bûn û nîqaş di rojevê de ne.''
Ji berdevkê tevgera Talîban Muhammed Naîm jî li ser Twîtterê daxuyanî da, piştrast kir ku prosedûr biencam bûne û got, ''Têkilî rojevê wê hevdîtin bibin.''
Evdilleh Evdilleh yê ku pêvajoya lihevkirinê didomîne got, ''qonaxeke girîn e''.