Li Efganistanê danûstandin dereng dikevin, rîsk zêde dibe

Ji bo pêkhatina aştiya li Efganstanê, tê gotin ku danûstandinên navbera Talîbanê û rêveberiya Kabîlê ancax piştî demeke dirêj karibin dest pê bikin.

Tevî ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Talîbanê li hev kirin, danûstandinên navbera Talîbanê û hikumeta Efganistanê hîn dest pê nekirine.

Ji bo danûstandina ku di nava şert û mercên asayî de 10'ê Adarê diviyabû dest pê kiribûna, şert bû ku 5 hezar endamên Talîbanê yên girtî hatibûna berdan. Lê belê Serokkomar Eşref Ganî bi israr dixwaze vî şertî bi cih nîne.

Her wiha nîqaş tê kirin ku Talîban di mijara danûstandinan de 'samîmî' ye yan na. Ji ber ku li gel lihevkirina bi DYE'yê re Talîban êrişên xwe yên li dijî hêzên ewlekariyê yên Efgan didomîne.