Li Efganistanê balafira ku 83 kes tê de bûn kete xwarê

Li rojhilatê Efganistanê balafireke rêwiyan ku 83 kes tê de bûn li wîlayeta Gaznî kete xwarê.

Berdevkê polîsan Ahmed Han Seerat diyar kir ku balafir li gorî dema herêmê saet di 13:00 de ketiye xwarê.

Polîs ragihand, ji ber ku li herêmê serhildêr hene, herêm ewle nîne.

Li gorî BBC Newsê, balafir li wîlayeta Gaznî kete xwarê ku li başûrê rojava yê paytext Kabûlê ye.

Rayedarekî xwecihî jî diyar kir ku qeza dibe ku ji ber sedemeke teknîkî be.

Li gorî AFP'ê Berdevkê Walıtiya Gaznî Arîf Nûrî got, "Agir bi balafirê ket û gundiyan hewl dan vemirînin."

Hate ragihandin ku balafir li bajarokê Deh Yak ê li rojhilatê bajarê Gaznî ketiye xwarê. Ji bilî bajar, herêm bi berfirehî di kontrola Talîbanê de ye.

Hate gotin ku balafir a şîrketa Arîana Afghan Aîrlînesê ye ku rêyên hewayî yên neteweyî ye. Li ser rewşa yên di balafirê de agahî nehatin dayîn.

Li Efganistanê herî dawî di Gulana 2010'an de balafireke sivîl ketibû xwarê û 43 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Balafir a şîrketa rêyên hewayî ya Pamîr Aîrways ê bû. Di Sibata 2005'an de jî balafireke bi tîpa Boeîng a şîrketa Kam Aîrê li nêzî paytext ketibû xwarê û 104 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.