Li DYE'yê rêjeya bêkariyê kêmî ya sala 1969'an bû

Li gorî daneyên Îlonê li DYE'yê rêjeya bêkariyê bû 3,5 û ji 1969'an ve hate asta herî kêm.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya Serokê DYE'yê Donald Trûmp aboriya Emerîkayê Îlonê 136 hezar yekîneyên nû yên kar ava kir. Tebaxê 168 hezar yekîneye hatibûn avakirin. Analîst li bendê bûn ku Îlonê 150 hezar yekîneyên nû yên kar werin vekirin.

Dane nîşan didin ku bi rêjeya bêkariyê 3,5 ji 100'î, bêkarî kêmî ya dema sala 1969'an bûye. Ev dane, beriya civînên 29-30'ê Cotmehê ya Benqeya Navendî ya Emerîkayê bi meraq dihatin payin. Di civînên navborî de wê biryar li ser were dayin bê ka faîz were kêmkirin an jî zêdekirin.

Serokê Benqeya Navendî FED'ê Jerome Powell bi daxuyaniyên van mehên dawî diyar kiribû bazara kar û mezaxtin du xalên xurt ên aboriya Emerîkayê ne.

Bandora şerê rêveberiya Trûmp a li ser Çînê li ser aboriya Emerîkayê hate dîtin, domdarkirina bazara kar a saxlem dike ku aboriya Emerîkayê ji hêlekê ve xurt bibe.

Nediyariya rageşiya bazirganî çavê veberhênanan ditirsîne, her wiha derbê li mezaxtêran dixe. Ev du alî motora kevneşopî ya rabûna aboriya Emerîkayê pêk tînin. Her wiha sinayiya febrîkayê jî kete rewşa resesyonê.